Şêniyên bajarokê Sirînê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Abdullah Mehmûd ê li navçeya Eyn Îsayê şehîd bibû, spartin axê
Şervanê Hêzêz Erka Xweparastinê Abdullah Mehemûd Kanûna 2019’an tev li hêzên Erka Xweparastinê bibû û li navçeya Eyn Îsayê dema erka xwe ya leşkerî bi cih dianî, şehîd bû.
Bi beşdarbûna dehan şêniyên bajarokê Sirînê, endamên saziyên sivîl û leşkerî cenazeyê şehîd Abdullah Mehmûd li bajarokê Sirînê di nava tilîliyên dayikan û diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.