Desteya Aborî û Çandiniyê nirx û dema belavkirina tovê genim diyar kir

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çandiniyê ya îsal buhayê kîloyê tovê genim weke 360 lîreyê Sûriyê diyar kir.
Desteyê bi armanca parastina çêregehên xwezayî, biryarnameyek ragihand û diyar kir ku kesên van çêregehan biçîne û bi kar bîne, wê werin ceza kirin.

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo sala çandiniyê ya îsal buhaya firotina kîloyek tovê genimê bêjinkirî weke 350 Lîreyê Sûriyê diyar kir.

Desteyê da zanîn di 10’ê Îlonê de w dest bi radestkirina tovan li cotkaran were kirin.

Têkildarî miqdarê belavkirina tovan jî hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Silêman Barûdo destnîşan kir ku parên her cotkarekî wê bi biryarnameyekê ji hêla gerînendeyên çandiniyê di rojên pêş de bê diyarkirin.

Desteya Aboriyê û Çandiniyê bikaranîna çêregehan qedexe kir

Li aliyê din, Desteya Aborî û Çandiniyê biryara qedexeya bikaranîna parastina çêregehên xwezayî ragihand

Desteyê di biryarnameyê de destnîşan kir ku ji bo pêşxistina sewalkariyê û parastina hawîrdorê, çandin, avakirina avahiyan li ser van çêregehan tê qedexekirin.

Hate diyarkirin,

1- Kesên sînorên zeviyên çêrandinê binpê bikin wê ji bo her donimekê 50 hezar lîreyên Sûriyê werin cezakirin.

2- Di rewşa muxalifê de Kesên muxalif dê 6 mehan bê girtin.

3- Di dema ajotina çêregehê de alav tê desteserkirin û ji bo radestkirina alavê jî milyonek lîreyên Sûriyê wê were dayîn.

Back to top button