YE li dijî Tirkiyê helwestên tund nîşan dide

Derza ku ketî navbera tirkiye û Ewropayê de, mezin dibe. Berpirsê Têkildyên Parastinê yê di asta Bilind yê YE got,

Peywendiyên navbera YE û Tirkiyê gihane xala berbi dawiyê. YE diyar kir ku têkliyên nevbera wan de wê bi helwesta Tirkiyê re zelal bibe.

Îro Parlemntoya Ewropyê li ser mijara aloziya li Rojhilatê Derya Spî û têkliyên bi tirkiyê re civînek lidar xist.

Berpirsê Têkildyên Parastinê yê di asta Bilind yê YE Josep Borell di civînê de axivî û got:

Peywendiyên me yên bi tirkiyê re, di qonaxek hesas re derbas dibe.

Rewşa têkliyan jî wê danustandinên navbera aliyan de diyar bike.

Borell anî ziman ku tirkiye qanûnên navnetewî yên bingehîn binpê dike û lêgerîna li gazê ku li derya Spî dayî despêkirin jî bû sedema têkilî xera bibin.

YE: Helwesta Tirkiyê li derya Spî têkliyên me xerab kir

Borell diyar kir ku aloziya li herêmê wê bi rêya şerekî navbera Yûnansîtan û Tirkiyê de çareser nebe.

Dewleta tirk ku di nava hewildanên ketina nava YE de ye, ji 2018’an ve peywendiyên bi tirkiyê re hatibûn rawestandin.

Tê payîn ji ber tevgera dewleta tirk ya li gaza xwezayî ku dayî despêkirin, 24’ê Îlonê wê di zîrveya YE de were nîqaşkirin.

Tê gotin, li ser hewlidanên dewleta tirk yên derqanûnî biryara cezakirina li ser Tirkiyê derbikeve.

Dewleta tirk 12’ê Îlonê keştiya Oruç Reîs şandibû rojhilatê Derya Spî û dest bi gera li gaz û petrolê kiribû.

Serokomarê Tirk Erodgan digot wê gera li gazê bidomînin, piştî gefên Ewropa di nava bêdengiyekê de doh keştî vegerand bendera tirkiyê.

Diyare ku dewleta tirk ji tirsa wê YE cezayan li ser ferz bike keştî di ava bêdengiyê de vegerandiye benderê.

Back to top button