Filistîn: Em dev ji mafê xwe yê birêvebirina Komkara Erebî berdidin

Filistînê ragihand ku ew dev ji mafê xwe yê birêvebirina Komkara Erebî di dewreya xwe ya niha de berdide.

Wezîrê Karên Derve yê Filistînê Riyad El-Malikî derbarê mijarê de di kongreyeke çapemeniyê de axivî.

Riyad El-Malikî ragihand ku Filistîn dev ji mafê xwe yê birêvebirina Komkara Erebî di dewreya xwe ya niha de berdide.

El-Malikî diyar kir ku ev helwest piştî hin welatên Ereb têkiliyên xwe bi Îsraîlê re normal kirin, hat.

Wezîrê Karên Derve yê Filistînê destnîşan kir ku ew dev ji kursiya xwe di Komkarê de bernade, ji ber ku ev yek dê senaryoyên cuda di vê pêvajoya hesas de biafirîne.

Hêjayî gotinê ye ku di civîna dawî ya Komkara Erebî de, welatên Ereb tifaqên aştiyê yên Îmarat û Behreynê bi Îsraîlê re şermezar kirin.

Back to top button