Misir, Urdin û Iraq îro li Qahîrayê dicivin

Li paytexta Misirê Qahîreyê, Wezîrên Karên Derve yên Misir, Urdin û Iraqê, derbarê mekanîzmaya hevkariyê ya sêalî de civiyan.
Di civînê de ji bo parastina ewlehiya netewî ya Ereban nêrîneke hevbeş hat destnîşankirin.

Îro li paytexta Misir Qahîrayê, Wezîrên Karên Derve yên Misir Samih Şikrî û yê Urdinê Eymen El-Sifdî û yê Iraqê Fûad Hisên civînek pêk anî.

Piştî civînê hersê wezîr kongreyeke çapemeniyê li dar xist.

Derbarê naveroka civînê Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şikrî axivî.

Ji bo parastina ewlehiya netewî ya ereb nêrîneke hevbeş hat destnîşankirin

Hat gotin ku di civînê de li ser girîngiya parastina ewlehiya herêmê û pêşîlêgirtina destwerdanên derve li welatên Ereb hat nîqaşkirin.

Ji bo parastina ewlehiya netewî ya Erebî û gefên derve jî pêşbîniyeke hevbeş hat destnîşankirin.

Samih Şikrî anî ziman ku hevkariya navbera Misir, Urdin û Iraqê wê di aliyê enrejî, avakirin û elektirîkê de pêk were û diyar kir ku wê ev hevkarî ne li dijî ti aliyan be.

Sikrî diyar kir ku li ser pêwîstiya çareseriya siyasî ji bo Sûriye û Lîbyayê hat destnîşankirin.

Şikrî: Çareseriya Lîbyayê divê ji derveyî destwerdana derve pêk were

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şikrî diyar kir ku Misir ji destpêkê ve bi çareseriya giştî ya ji bo Lîbyayê ye ku bi rêbazeke siyasî û aştiyane pêk were û got:

“Çareseriya di Lîbyayê de divê ji derveyî destwerdana derve pêk were ku li gorî berjewendiyên gel be.”

El-Sîsî: Hevkariya dewletên Ereb wê ewlehiya netewî ya Ereb biparêze

Her wiha civînek navbera Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî û Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen El-Sifdî pêk hat.

Ebdulfetah El-Sîsî got:

“Hewildanên pêk tên wê çareseriyeke rasteqîn ji bo aloziya Lîbyayê deyne û hevkarî û yekbûna helwestên dewletên Erebî wê ewlehiya netewî ya Erebî biparêze.

Back to top button