Gerîla TV dîmenên çalakiya gerîlayên HPG’ê ya 9’ê Cotmehê li dijî leşkerên Tirk yên dagirker ên li Gir Koordîne ya Heftenînê lidar xistibûn, weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî parve kir:
“Hêzên me di 9’ê Cotmehê li hemberi leşkerên ku Girê Koordîne de bi cih bûne çalakiyêk lidar xistin.
Di vê çalakiyê de bi awayekî bi bandor li 2 kozîkên dijmin hate xistin û di encamê de her du kozîk û leşkerên têde îmha bûn.
Kozîka ku tê de cebilxane hatiye veşartin jî piştî lêdana bibandor agir girt û îmha bû.
Di vê çalakiyê de bi giştî 3 çeper îmha bûn, 5 leşker hatin cezakirin û gelek leşker jî birîndar bûn.”