Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê girtina 3 çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê ragihand.
QSD’ê derbarê operasyona girtina 3 çeteyên DAIŞ’ê de daxuyaniyek da.
QSD’ê got ku operasyoneke ewlehiyê li bajarokê El-Şihîl ê Dêra Zorê ji aliyên hêzên taybet yên QSD’ê û bi desteka hewayî ya Koalîsyona Navdewletî pêk hat.
Di ecnama vê operasyonê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin, tevî desteserkirina çek û alavên bi wan re.
Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê, di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ev çete êrîş li ser hêzên wan û welatiyên sivîl li Dêra Zorê pêk anîne.