Dagirkeriya Tirk çeteyên pê re êrîş birin ser gundên Minbicê

Îro jî, careke din artêşa Tirk û çeteyên pê re êrîş birin ser gundewarê bajarê Minbicê.

Di saetên şevê de, artêşa Tirk careke din gundên bakurê bajarê Minbicê bêserûber topbaran kirin.

Li gorî agahiyan, gundên Cebila Seyada, Korhiyok û Kawkelî rastî êrîşan hatin.

Di encama êrîşan de ti ziyanên canî çênebûne.

Duh jî, artêşa Tirk û çeteyê wê, gundên bakurê bajarê Minbicê topbaran kiribûn.

Gundên Toxar, Cat û Dendeniyê yên deverê bibûn armanca êrîşan.

Back to top button