Hikûmeta Tûnisê ragihand ku 33 şaneyên terorîst hatin jihevxistin û 9 kesên tundrew jî hatin kuştin.
Îro duşemê, di civîna Komîteya Ewlehî û Parastinê ya di parlamana Tûnisê de pêk hat, Wezîrê Karên Hundir Tewfîq Şeref El-Dîn behsa operasyonên li dijî komên terorîst kir.
Tewfîq Şeref El-Dîn eşkere kir ku di mehên dawî de hêzên ewlehiyê 48 çalakî li dijî şaneyên terorîst pêk anîne.
Di encama van operasyonan de 33 şaneyên terorîst hatin jihevxistin û 9 kesên tundrew jî hatin kuştin.
Li gorî Wezîrê Karên Hundir yê Tûnisê, ji destpêka salê ve, hezar û 20 kesên girêdayî komên terorîst hatine girtin.
Li Tûnisê gelek komên terorîst yên girêdayî Rêxistina El-Qaîdayê û DAIŞ’ê li çiyayên El-Şianbî ya dikeve rojavayî welêt bi cih bûne.
Aliyên li Tûnisê jî rêxistinên Ixwanî yên li welêt tawanbar dikin ku ramanên tundrewtiyê di nava ciwanan de belav dikin û wan dehif didin ku tevlî komên terorîst bibin.