Dêra Zorê…9 çekdarên pasdarên Îranî û 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

9 çekdarên Feyleqa Pasdarên Îranî, di êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê de, hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku berbanga vê sibehê, li çolistana El-Meyadîn a li bakurê Dêra Zorê, di encama êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê li ser nuqteyeke leşkerî ya çekdarên Îranî de, 9 çekdar hatin kuştin.

Çavdêriyê her wiha diyar kir ku 2 çeteyên DAIŞ’ê jî, hatin kuştin.

Jixwe, heta niha, di encama êrîşên çeteyan ên li dijî nuqteyên Feyleqa Pasdarên Îranî de, derdora 140 çekdarên wan hatine kuştin.

Back to top button