Ciwanekî Kurd ê ji Hesekê ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin

Berî demekê ciwanekî bi navê Ebas Xidir Cuma ji Hesekê berê xwe dide Mergeda da erebeyekê bikire. Lê belê piştî çend rojan, Ebas ji aliyê kesên nenas ve tê kuştin.

Piştî qutbûna agahiyan, komeke çete dîmenên kuştina wî ji malbata wî re dişînin û ji bo dayîna cenazeyê, 100 hezar dolar dixwazin.

Berî kuştina Ebas ê 25 salî, çekdarên ku di dîmen de xuya nabin dibêjin “Ev Kurd e û bi erkaxweparastinê re dixebite û ev nameyek e ji her kesên weke wî re.”

Ev malbet bi eslê xwe ji gundê Hiwêşa yê Til Temir ye û piştî dagirkirina wî ji aliyê Tirkiyê ve, niha li gundê Til Tewîl ê Hesekê dimîne.

Li gorî agahiyên me bi dest xistine, keç û kurekî Ebas hene.

Her wiha heman çeteyan wêneyê cenazeya kesekî din ku bi navê Mihemed Dahir El-Abir e jî ji wan re şandiye..

Heta niha nayê zanîn bê ev kî ne û ne jî tu aliyekî kuştina wî girtiye ser xwe.

Back to top button