Endamê Rêveberiya YNK’ê Arêz Abdula serkeftina gerîlayan li Garê weke serkeftina hemû Kurdan bi nav kir û got: “Pêwîste Tirkiye dersê ji têkçûna li Garê bigire.”
Endamê Rêveberiya Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Arêz Abdula derbarê serkeftina gerîlayan li çiyayê Garê a hemberî artêşa Tirk axivî.
Arêz Abdula got ku şkestina li Garê û hemû operasyonên din yên dewleta Tirk, ispat dike ku pirsgirêka Kurd bi şer nayê çareserkirin.
Abdula destnîşan kir ku dewlet nikare bi hêsin û agir dawî li tevgera azadîxwaz ya gelê Kurd bîne û diyar kir ku divê êdî Tirkiye, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li rêyên aştiyane bigere.
Endamê Rêveberiya YNK’ê Arêz Abdula got:
“Serkeftina Kurdan ya hemberî dagirkeran li ku derê be bila bibe, ji bo hemû Kurdan û her çar parçeyên Kurdistanê gelek girîng e.
Ez hêvî dikim Tirkiye dersê ji vê şkestina li Garê bigire.”