JI BER WÊNEYÊ DEMIRTAŞ EW GIRTIN Û ŞANDIN GIRTÎGEHÊ

Zextên AKP’ê li ser gel her roja ku diçe zêde dibin ji van zextan jî girtin û binçavkirina sivîlan e.
Dadgeha Cizîrê ji 16 kesên ku 3 roj berê li Cizîrê hatibûn binçavkirin jê 7 kes girtin û şandin girtîgehê.

Li Navçeya Cizîrê, 8’ê Adarê polîsan 16 kes binçav kiribûn û 14 kes piştî lêpirsînê sewqî edliyê kiribûn.

Dozgeriyê jî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 14 kes sewqî Dadgeha Sulh Ceza ya Cizîrê kir.

Şandeya dadgehê, der barê 7 kesan de biryara girtinê da û şandin girtîgehê.

JI BER WÊNEYÊ DEMIRTAŞ EW GIRTIN Û ŞANDIN GIRTÎGEHÊ

Li aliyê din Dadgehê, Selahattin Gunduz ê 57 salî binçav kir, bi sedema ku wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattin Demirtaş li mala wî dalqandî bû ew girtin.

Her wiha Hamza Gokmen ê 61 salî jî bi sedema li ser medya civakî agahî parve kirine girtin û şandin girtîgehê.

Leave a Reply

Back to top button