Di êrîşa DYA ya li Ebû Kemal a Dêra Zorê de zêdeyî 22 alîgirên Îranê hatin kuştin

Piştî navberekê DYA li ser xaka Sûrî careke din li dijî çekdarên Îranê yên li Ebû Kemal a Dêra Zorê êrîş pêk anîn.
Di êrîşê de zêdeyî 22 alîgirên Îran hatin kuştin.
Wezareta Parastinê ya DYA ragihand ku ev êrîş helwesta serokê welat Joe Biden diyar dike û got:
Êrîş bi pîvan û hesabkirî pêk hat.
Rûsya jî li dijî êrişê bertek nîşan da.

Balafirên şer ên DYA’yê li rojhilatê Dêra Zorê li herêma Ebû Kemal komên milîs ên alîgirên Îranê kirin hedef.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê John Kirby diyar kir ku di êrîşên hewayî de bi taybet Kataîb Hîzbûllah a milîsên alîgirên Îranî ên li deriyê sînor hatine hedefgirtin û tine kirin.

Kirby daxuyakirin ku ev êrîş bersiva êrîşa li Iraqê ku demên dawî yên li ser personelên Amerîkayê û Koalîsyonê û li dijî gefên ku hê jî li ser van personelan dom dikin ne.

Li gorî navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê qemyonên ku cebilxane tê de bûn û cihên ku komên milîs lê bûn, bûne hedef û bi kêmanî 22 kes mirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji ber jimara zêde ya birîndaran dibe ku jimara miriyan jî zêde bibe.

Piştî êrîşê hêzên Îranê û komên milîs ên alîgirên Îranê çend qereqol û biryargeh ên li herêma Ebû Kemalê bi tirsa ku wê dîsa êrîşê bînin ser wan vala kirin.

Duşemê li Bexdayê roket li nêzî sefaretxaneya Amerîkayê ket, Şemiyê jî rokêt çûne ser baregeha leşkerî ya Iraqê ya li Baladê.

15’ê Sibatê li Hewlêrê roket çûne ser baregeha leşkerî ya kooalîsyonê û du kesan jiyana xwe ji dest bûn.

Pentegotn: Serok Biden wê hêzên Amerîka û Koalîsyonê biparêze

Kîrby li ser êrîşa hewayî ya li Sûriyê anî ziman ku ev êrîş bi pîvan leşkerî û şêwira hevkarên koalîsyonê pêk hatiye.

Operasyone bi rengekî zelal peyamekê dide.

Serok Biden wê hêzên Amerîkayê û koalîsyonê biparêze.

Her wiha ji bo ku rageşiya li rojhilatê Sûriyê û Iraqê kêm bibe em bihesab tevgeriyan.

Lavrov: Beriya êrîşê bi 4-5 deqan em hatine agahdarkirin

Piştî êrîşê li nava Rûsya trafîka peywendiyên bi hêzên xwe yên li Sûrî re derket.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov dazanîn ku beriya êrîş pêk were bi 4-5 deqeyan agahiya wan ji pêkanîna êrîşê çêbûye.

Sergey Lavrov di axaftina xwe ya li gel rojnamevanan de anî ziman ku agahdarkirina di demek wisa kirin de ku pêwistî pê nake û bê wate ye.

Lavrov daxuyakirin ku li gorî çavkaniyên wan DYA nafikire ku ji Sûriyê derbikeve.

Kremlîn: Em rewşa li Sûrî ji nêz ve dişopînin

Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsya Mariya Zaharova jî ev êrîş bi binpêkirina serweriya xaka Sûriyê binav kir û şermezar kir.

Kremlin jî li ser êrişê diyar kir ku ew rewşa li herêmê ji nêz ve dişopînin.

Back to top button