KJK’ê banga tevlêbûna çalakiyan û xurtkirina têkoşînê kir

Koordînasyona KJK’ê bi boneya 8′ Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî, banga tevlîbûna çalakiyan û xurtkirina têkoşînê kir.

Bi nêzîkbûna roja 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî Koordînasyona KJK’ê daxuyanek weşand û bal kişand ku wê sedsala 21’ê bi pêşengtiya jinê, têkoşîna azadî, demokrasî û ekolojiyê were birevebirin.

Koordînasyona KJK’ê bang kir ku bi coş û bi hêz tevlî grevên jinan bibin û têkoşînê xurt bikin.

KJK’ê berxwedana bi heybet a Rêber Apo ya li Îmraliyê silav kir û got ku jin û gel deyndarê rêberê xwe ne û divê tecrîd were şikandin.

TJA: Em ê gavên ber bi azadiyê ve leztir bikin

Tevgera Jinên Azad (TAJ) jî li ser 8’ê Adarê daxuyaniyek da û anî ziman ku îsal wê ev roj bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinê, jiyan; li dijî tecrîdê jî azadiyê diparêzin” bê pîrozkirin.

TJA’yê diyar kir, wê hewldanên bêrûmetkirin û komkujiyên li ser jinan gav bi wan paş ve nede avêtin û wê gavên ber bi azadiyê de leztir bikin.

Back to top button