Istixbarata Mexribî û Fransî jineke DAIŞ’ê girt

Istixbarata Mexribî ragihand ku jineke DAIŞ’î ku hewl dida êrîşeke xwekuj li Fransayê pêk bîne, hat girtin.

Berdevkê Istixbarata Mexribî daxuyand ku 1’ê Nîsanê wan agahiyên der barê vê jinê de ji desthilatên Frasnî re rêkirin.

Li gorî berpirs, ev jin bi eslê xwe Mexribî ye û amadekariya êrîşeke terorîst li Fransayê dikir.

Li gorî ajansa nûçeyan a Mexirbê, dema Fransa ev agahî wergirtin, jina DAIŞî li dêrekê bû û xwe amade dikir da bi şûr êrîşî nimêjkeran bike.

Piştî vê yekê, Desthilatên Fransî êvara 3 û 4ê Nîsanê, kete tevgerê û ev jin girt.

Back to top button