Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vîrûsa Coronayê, bi rêjeyeke bilind belav dibe û herî dawî 298 rewşên din li herêmê hatin tomarkirin.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li gel van pêketiyan, 3 kesan jî jiyana xwe ji dest da û 5 nexweş baş bûne.
Bi ragihandina van rewşan, jimara nexweşên Coronayê li herêmê dibe 12 hezar û 236 kes, ji wan 422 mirine û hezar û 365 rehet bûne