Asayîşa Silêmaniyê nêzî 30 kesên ku dixwest dakevin kolanan girtin

Asayîşa Silêmaniyê duh piştî ku rê neda Tevgera Azadî da ku li dijî êrîşên li ser gerîla meşekê rêxistin bike, zêdeyî 25 kes binçav kirin.

Tevgera Azadî bi daxuyaniyekê anî ziman ku wan duh xwest li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Zap, Metîna û Avaşînê dakevin kolanan, lê Asayîşê nehişt.

Tevgera Azadî da xuyakirin ku, piştî rênedanê, Asayîşê nêzî 30 endamên wan binçav kirin.

Tevgera Azadî: Divê endamên binçavkirî bên berdan

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Nerîman Ehmed got:

“Em ji bo berdana endamên binçavkirî bi asayîşê re axivîn.

Asayîşê jî ji me re got ku fermana gitina wan ji jor hatiye”.

Nerîman Ehmed helwesta YNK û ewlekariya wê bi tundî şermezar kir û da zanîn ku, ew ê ranewestin û çalakiyên xwe hê xurtin bikin.

Back to top button