Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê li hemû karkeran pîroz kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk, Kongreya Star û tevgera Komînîst a Şoreşger 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê pîroz kirin. Di daxuyaniyan de hat diyar kirin şoreşa rojava şoreşa hemû çînên bindest e bang li tevahî rêxistinên karker û kedkar yên cîhanê hat kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk xwedî helwest bin.

Îro 1’ê Gulanê, Cejna Karkeran a Cîhanê ye. Bi vê boneyê Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 1’ê Gulanê li hemû karkeran cîhanê pîroz û da zanîn ku di encama rêzeçalakî û têkoşînên mezin ji bo parastina mafên karkeran ev cejin ji bo karkeran hate veqetandin.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di bernameya wê de ji bo parastina mafên kedkar û karkeran û piştgriya wan gav hatine avêtin.

MSD: Têkoşîna ji bo jiyaneke bi rûmet didome û berfireh dibe

MSD’ê jî bi heman armancê daxuyaniyek da û ev roj li hemû kerkeran pîroz kir û diyar kir desthilatdariya rejîma navendî a li dijî çîna kedkaran wê li pêşiya xurtkirina têkoşîna wan nebe asteng.

Kongreya Star 1’ê Gulanê li hemû kedkarên pîroz kir

Koordînasyona Kongreya Star jî bi daxuyaniyekê ev roj li hemû kedkaran pîroz kir û bi taybet li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku di hemû qadên têkoşînê de kedeke mezin dane.

Koordînasyona Kongreya Star tekez kir ku Şoreşa Rojava şoreşa hemû kesên bindest ên li cîhanê ye.

Tevgera Komînîst a Şoreşgerî 1’ê Gulanê pîroz kir

Tevgera Komînîst a Şoreşgerî jî li Qamişlo bi heman armancê ev roj bi daxuyaniyekê li hemû
kedkarên cîha pîroz kir .

Tevgerê bang li hemû demokrat, sosyalîst û jinên cîhanê kir ku di vê rojê de dakevin kolanan ji bo ku parastina Şoreşa Rojava bikin.

Her wiha bang li raya giştî kir ku êrîşên li ser gelê Rojava bidin rawestandin û li dijî dewleta Tirk a faşîst bisekinînin.

Back to top button