PIŞTÎ SERWERIYA 20 SALAN BUTEFLÎQA ISTÎFAYA XWE RAGIHAND

Serokê Cezairê Ebdul Ezîz Buteflîqa ev 20 salan li ser desthilatê ye, lê piştî xwepêşandanên mezin ku bi hefteyan li dar bû, Buteflîqa ji desthilatê hat xwarê.

Serokê Cezaîrê Ebdulezîz Buteflîqa berî dema serweriya wî bi dawî bibe, fermî îstîfa kir.

Li gorî Ajansa fermî ya Cezairê, Buteflîqa biryara îstîfaya xwe radestî Meclisa Zagonî kir.

Beriya îstîfeyê, serokê Artêşa Cezairê Ehmed Qayid Salih civîneke ji fermandarên artêşê re li dar xist.

Piştî civînê Salih daxuyanî da û got:

Em nikarin li hemberî komployên kesên ku welat talan dikin, bêdeng bimînin.

Her wiha bang kir ku bila yekser madeyên 7, 8 û 102an ên destûrê werin pêkanîn.

Li gorî destûrê, eger serokê dewletê ji ber nexweşiyê istîfa kir an jiyana xwe ji dest da serokê Meclisa Netewî şûn digire.

Li gorî vê madeyê jî aniha Ebdul Qadir Salih weke serokê dewletê tevdigere.

Lê muxalefeta Cezairê vê yekê qebûl nakin û dibêjin:

Salih di 1960yî de nasnameya Cezairî wergirtiye û bi eslê xwe Mexribî ye û li gorî destûra Cezairî ev yek nabe.

Butefîqa kî bû û çawa serweriya 20 salan bi dawî kir?

Buteflîqa têkoşerekî şerê 1954- 1962 yê dawî li hikumê Fransî anî, bû.

Piştî serbixwebûnê, bû wezîrê karên derve yê Cezairê.

Di sala 1999an de bû serokê Cezairê.

Di 2004an û paşê 2009an de dîsan ji bo serweriya welêt hat hilbijartin.

Di 2018an de zêdetirî 10 rayedarên payebilind ên artêşê bi dûr xist.

Di 2012an de daxuyaniyek da û tê de got ew ê rê bide nifşê nû da xwe bi rê ve bibe.

Lê di destpêka 2013an de nexweş ket û ji hingê ve derneket pêşberî gel.

Di 22ê Sibata 2018an de karîbû li hember xwepêşanderên ku li dijî wî derket, xwe ragire.

Lê îro nexweşiyê zora wî bir û piştî bi dehan xwepêşandanên gel û fişara gelek aliyan xwe istîfa kir.

Leave a Reply

Back to top button