ÎTIRAZÊN HDP’Ê YÊN LI MÛŞÊ NEHATIN QEBÛLKIRIN

Ne-lirêtî û sextekariya AKP’ê ya di hilbijartinê de eşkere dibe, pê re jî îtiraz û nerzîbûn derdikevin. Serlêdanên HDP’ê yên li ser dengdana li navenda Mûşê û navçeya Malazgîrtê hate redkirin. Her wiha li Qersê jî Di encama jimartina sindoqan de cara duyemîn HDP bi zêdebûna 17 dengan dîsa bi ser ket.

Desteya Hilbijartinê ya Bajêr a Mûşê, serlêdana HDP’ê ya ji bo jinûve jimartina 2 hezar 500 dengên nederbasdar hatine hesidandin, red kir.

Li gorî encamên nemisoger, li Mûşê tifaqa AKP-MHP’ê 15 hezar 919, HDP’ê jî 15 hezar 381 deng wergirtin.

Lê belê HDP’ê li encamên 103 sindoqan û 2 hezar 500 dengên nederbasdar hatin hesibandin, îtiraz kir.

Desteya Hibijartinê ya Bajêr li ser îtirazê li hev civiya, lê serlêdana HDP’ê red kir.

HDP wê mijarê bibe ber destê Desteya Hilbijartinê ya Bilind YSK’ê.

Li navçeya Malazgîrt a Mûşê jî, di jimartinê de AKP tenê bi 3 dengan li pêşiya HDP’ê hate nîşandan û 432 deng nederbasdar hatin nîşandan.

HDP’ê li ser vê yekê serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê da. Desteya Hilbijartinêya Navçeyê serlêdan red kir.

HDP wê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr bide.

Li Qersê jî ku HDP’ê hilbijartin bi dest xist, piştî MHP’ê îtiraz kir, dengê 167 sindoqan ji nûve hatin jimartin.

Di encama jimartina sindoqan de cara duyemîn HDP bi zêdebûna 17 dengan disa bi ser ket.

HEVŞAREDARÊN LI CIZÎRÊ REKOR ŞIKANDIN

Li aliyê din jî Hevşaredarên HDP’ê yên Cizîrê Mehmet Zirig û Bêrîvan Kûtlû yên ji sedî 76.99 deng standin û rekor şikandin, diyar kirin ku encamê bersivek mezin da polîtîkayên qeyûman .

Hevşaredaran gotin:

“Dem dema dermankirina birînan e.”

Leave a Reply

Back to top button