Ev bû demek dirêj ku baranek dijwar dibare û di encamê de lehî radibin.
Vê çarê jî li gundên Til Hemîsê lehî rabû û gelek mal hilweşiyan.
Li aliyê rojhilatê herêma Cizîrê di rojên dawîn de baraneke zêde bariya û di encamê de lehî rabûn.
Li 4 gundên girêdayê bajarokê Ebû Cirin ê navçeya Til Hemîsê 7 hezar donim zevî di bin avê de man.
Her wiha 15 mal jî hilweşiyan.
Şêniyên wan gundan diyar kirin ku şaredariyê heta niha tu alîkarî pêşkêş nekiriye.
Şaredariya Gel diyar kir ku rêyên van gundan ji ber lehiyê hatin girtin û pir jî di bin avê de mane, lewma nekarîn xwe bigihînin gundiyan û alîkariya wan bikin.