Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundekî naçveya Xaneqînê ya Iraqê kir, di encamê de 4 welatiyan û pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest dan.
Liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê roj bi roj zêde dibe.
Çeteyên DAIŞ’ê derengiya şevê ji gundê Qela ya navçeya Xaneqîn a Diyaleyê 2 welatî revandin.
Piştî revandinê malbatên wan bi hewara wan çûn.
Çeteyan kemîn danî, di encamê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Rêveberê Asayîşa Kokir Şemal Ebdulrehman ji ajansa Rojnewsê re axivî û got ku şer ji ji saet 12:00 şevê heya 03:00 sibê dewam kir.
Li gorî Rêveberê Asayîşa Kokir nava kesên jiyana xwe ji dest daye pêşmergeyek jî heye.
Navê pêşmergeyê jiyana xwe ji dest daye Selam Dawid e.