Li Efrîna dagirkirî, komegorek ku 35 cenzazeyên nenas têde ne, hat dîtin.
Li gorî rêxistina mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyê, axa vê goristanê nû ye û texmîn dikin ku ev cenaze yên kesên berî 3 salan hatine revandin û piştre hatine kuştin e.
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê: Xwediyên cenazeyan di zindanên dewleta Tirk de bûn
Rêxistinê ji civaka navdewletî, rêxistinên “NY” û yên mafê mirovan daxwaz kir ku, derbasî hindirê Efrînê bibin û li wan cenazeyan venêrin, da ku xwediyên wan ên rast ku di zindanên Dewleta Tirk de bûn werin naskirin û edalet bi cih were.