Endamê Desteya Serokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mistefa vekirina goristana şehîdan a li Efrînê şermezar kirin.
Têkildarî mijarê Hesen Mistefa diyar kir ku vekirina gorên şehîdan hemû nirx û hestên ku destdirêjiya li goran heram dike bin pê dike.
Hesen Mistefa got:
”Goristana ku çeteyên dagirkeriya Tirk li Efrînê vekirine ya şervanên QSD, YPG û YPJ`ê yên ku di oxira parastina xaka xwe de şehîd bûne ye.
Armanca dewleta Tirk ji van kiryaran ew e ku zirarê bigihîne QSD`ê û destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser û QSD`ê bi dest xistine têk bibe.
Kiryarên derexlaqî jî li tevahiya herêmên dagirkirî pêk tîne.”
Mistefa Hesen bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û hesab ji sûcdaran bixwazin.