Şandeyek ji Mexmûrê li Bexdayê derbarê rewşa li wargehê hevdîtin pêk anîn.
Şandeyek ji rêveberiya Mexmûr 14-15’ê tîrmehê li Bexdayê derbarê pirsgirêk û daxwazên wargehê de hevdîtin bi nûnerên NY, berpirsên hikûmetê û aliyên siyasî re pêk anîn.
Tevî daxwazên wargehê, êrîşên dewleta Tirk ên ser wargehê û dorpêça ser wargehê û bêdengiya hikûmeta Iraqê û NY ya li beramber êrîşan hate rexnekirin û daxwaz ji NY hate kirin ku berpirsyariyên xwe bicîh bîne.
Endamên şandeyê destnîşankirin ku hevdîtinên wan erênî derbas bûne û hemû aliyan destnîşan kirin ku ew ê li ser pirsgirêkan bisekinin.
Nûnerên NY bi bîr xistin ku wargeh girêdayî wan e û ew ê di warê mirovî de xebatên xwe bikin.
Wezareta Dadê jî diyar kir ku ew ê daxwazên şandeya Mexmûrê bi hemû wezaretên din re parve bikin û wê di dema pêş de şandeyekê bişînin wargehê.