Tevgera Talîbanê kirin û sûcên li dijî sivîlan didomînin, herî dawî li Kandeharê duh êvarî hunermendê komîdiyê yê bi nav û deng Xaşa Ciwan kuşt.
Li parêzgeha Kandeharê ya Afganistanê komedyenê efxanî yê navdar Xaşa Ciwan kuştî hat dîtin Û malbata wî jî yekser Talîban berpirsyar dît.
Li ser medya civakî dîmenên hunermend ku ji aliyê Talîbanê ve hatiye revandin, belav bûne û tê de bi destan lêdan û êşkence lê tê kirin.
Di çend rojên dawî de li Efxanistanê tevlîhevî zêdetir bû taybet piştî destpêkirina vekişîna hêzên Amerîkayê ji wî welatî.