HPG: Hêzên gerîla li Avaşînê li artêşa Tirk a dagirker xistin

Gerîlayên HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê li leşkerên Tirk yên dagirker xist. Dewleta Tirk a ku ji gerîla derb dixwe ji hewayê de Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dike. HPG’ê diyar kir di êrişên hewayî de tiştek bi gerîla nehat, lê ziyan li bax û baxçeyên gundiyan bû. Şewata li herêmê jî dewam dike.

Berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşan û berxwedana gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand:

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê li leşkerên Tirk yên dagirker hate xistin û ev agahî parve kir;

“29’ê Tîrmehê li dijî dagirkerên li ser Girê Silêman, hêzên me bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de derb li hedefên hatin diyarkirin, bi rengekî serketî hate xistin.”

HPG’ê destnîşan kir 29’ê Tîrmehê gelek deverên Avaşîn, Zap, Garê û Qendîlê bi balafirên şer û helîkopteran hatin bombebaran kirin.

HPG’ê da zanîn dewleta Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana dîrokî ya gerîla nikare encamê bigire û derbên giran dixwe, bi bombebarana giran a hewayî ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwaze encamê werbigire û wiha dewam kir,

“Di encama tedbîrên hêzên me de ev êriş jî mîna her carê bêencam man, xelkê me yê Başûrê Kurdistanê bi rengekî cidî mexdûr bû, xisar li bax, baxçe û qadên sivîlan bû.

Tiştên ku dewleta Tirk a mêtinger bi rêya medya şerê taybet ji bo propagandayê diweşîne rast nîne. Di van êrişan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”

Back to top button