Meclisa Giştî ya RJAK’ê banga berdana her sê endamên xwe ku ji aliyê PDK’ê ve hatine revandin kir.
3 endamên RJAK’ê ku ji aliyê PDK’ê ve hatine revandin, ev 3 rojin çarenûsa wan ne diyar e.
Endama Meclisa Giştî ya RJAK’ê Wijdan Nuredîn li ser revandina wan daxuyaniyek da.
Wijdan diyar kir ku rêxistina wan li gel hikûmeta Başûrê Kurdistan û ya Iraqê fermiye û wiha got,
”Lê tevî vê yekê jî 3 endamên me hatine binçavkirin û derbarê wê de jî ti agahiyek nehatiye dayîn”.
Wijdan bang li PDK’ê kir ku di demek zû de kesên binçavkirine berde, ger bernedin jî ew ê serî li rêyên din bidin.