Tevgera Ciwanên Mexmûr û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr -TCM/TJCM li Mexmûrê starta çalakiyên pîrozbahiyê ya 15’ê Tebaxê bi şahiyekê dan destpêkirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûr tevgera -TCM/TJCM bi daxûyaniyekê starta çalakiyên 15’ê Tebaxê da.
Di daxuyaniyê de hat gotin
”Di roja îro de li ser xeta Egîdan li Zagros û Metîna ruhê 15’ê Tebaxê berxwedaniyek bê hempa tê dayîn.
Em wek ciwan û gelê Botanê soz didin heta dawiyê li ser xeta Rêber Apo û Egîdan bimeşin.
Em ê li hember Kurdên xwefiroş bisekinin û rê nedin îxaneta nav xweyî.
Em ê bi ruhe 15’ê Tebaxê, tekoşîna gel û gerîla serkeftinê tacîdar bikin.”
Pîrozbahî bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana 15’ê Tebaxê’,’ Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.