Îro careke din dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî gundên navçeya Ziraganê û Til Temir kirin.
îro di seatên piştî nîvro de dewleta Tirk û çeteyên xwe gundê Til Werde, Rebîhan, Xirbşeir û Cideyida Mirzo yên navçeya Zirgan topbaran kirin.
Li gorî nûçegihanên me ragihandin ku malên şêniyan hatine wêran kirin û xelkên gund jî ji malên xwe direvin.
Dagirkeran êrîşî gundê Derdara yê Til Temir kir
Her wiha danê êvarê jî leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Derdara yê navçeya Til Temirê jî topbaran kir.
Agahiyên têkildarî ziyanên topbaran li ser vî gundî nehatin bidestxistin.