Li Rihayê, çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî birîna ceyranê didomin. Polîsan destwerdana çalakiya cotkaran kir, di encama de 2 kes birîndar bûn û 7 kes jî hatin binçavkirin.
Li Rihayê, çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî birîna ceyranê ya Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) mezin dibin.
Cotkaran piştî navçeyên Sêwreg, Hîlwan, Wêranşar û Xeliliyeyê îro jî li navçeya Kaniya Xezalan çalakî pêk anîn.
Cotkarên ku rêya Kaniya Xezalan û Serêkaniyê li trafîkê girtin banga daxwazên xwe kirin.
Li Gundê Pekmezler ê cotkaran çalakî lê kir, gelek leşkerên dewletê û wesayitên zirxî hatin bicihkirin.
Di navbera cotkar û cendermeyên xwestin rê vekin pevçûn derket.
Di encama êrîşê de 2 kes birîndar bûn û 7 kes jî hatin binçavkirin.