Hêzên QSD’ê duh êvarê li bakurê Dêrazorê şaneyek DAIŞ’ê girtin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku duh êvarî şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê li gundên bakurê Dêrezorê hat girtin.
Hat diyarin ku gelek çek û cebilxane, alavên peywendiyê, hin mayîn û alavên teqemeniyê hatin desteser kirin.
Hat gotin şane ji sê çeteyan pêk tê û bi aliyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker re di nava têkiliyê de bûn.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir belgeyên bûyerên kuştin û teqînan jî li ser çeteyan hatin desteserkirin.