Di demeke ku balefirxaneya paytexta Efxanistan Kabul ji kesên dixwazin ji welat birevin tejî bûyî de, jinan careke din helwesta xwe nîşan dan.
4 jinan li Efxanistanê li pêşiya çekdarên Talîbanê rawestiyan, ew protesto kirin û gotin, wê dest ji mafê xwe bernedin.
4 jinên li ber Qesra Serokomariyê ya li paytexta Efxanistan Kabulê kom bûyîn, çekdarên Talîbanê protesto kirin.
Jinan ji Talîbanê xwestin ku wan nas bike û mafên wan bide wan.
Di vîdeoya ku Endama Komîsera Karên Derve ya Efxanistanê Meryem Saba li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kir de, hat dîtin ku 4 jinan li ber Qesra Serokomariyê Talîbanê protesto kirin.
Çekdarên Talîbanê jî mudaxeleyî jinan nekir.
Niha jî li nava welat bêdengî serwere.