Li Holenda êrîşên bi çekên kîmawî hat şermezar kirin
August 23, 2021
13
Nerezîbûnên li dijî êrîşên Dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê ku çekên qedexekirî bi kar tîne, zêde dibin. Bi armanca şermezarkirina van êrîşan îro bi pêşengitiya TJK-E’ê li bajarê Den Haag a Hollandayê li pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî çalakiyek hat li darxistin. Çalakvanan da zanîn ku dagirkeriya Tirk li her 4 beşên Kurdistanê çekên Kîmawî li dijî Kurdan bikar tîne.