5 karkerên Mexmûrê dema ji Silêmanî vedigeriyan malê ji aliyê hêzên Iraqî yên Tirkmen ve hatin binçavkirin û êşkence li wan hat kirin.
5 karkerên ji Wargeha Penaberan a Mexmûrê 24’ê tebaxê dema ji Silêmanî vedigeriyan malê, li devera bi navê Pirdê ji aliyê hêzên Iraqî yên Tirkmen ve hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan 5 karker bêyî sedem tên binçavkirin û sewqî Kerkûkê tên kirin û li wir êşkence li wan tê kirin.
Hate ragihandin ku piştî çend rojan wan ji Kerkûkê şandine Bexdayê.
Li gorî agahiyan duh her pênc karker serbest hatine berdan û gihiştine Mexmûrê.