Hevseroka Desteya Perwerdayê ya herêma Cizîrê Rohat Xelîl û Rêveberiya Akademiya şehîd Egîd Şîlan Mihemed der barê sala nû ya xwendinê de axivîn û gotin: “Ji bo sala nû ya xwendinê hemû mamoste di perwerdeyan re derbas bûn û xwendekar jî bi heyecanek mezin li benda vekirina dibistanê ne.”
Vîrûsa korona û êrîşên dewleta Tirk bandora xwe li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Her wiha bû sedem ku gelek xwendekar ji xwendinê bêpar bimînin.
Tevî hemû zehmetiyan jî xwendekar dev ji xwendina xwe bernadin û li gorî pergala Desteya Perwerdeyê xwendina xwe li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.
Têkildarî xwendina sala 2021 û 2022’an Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê Rohat Xelîl û Rêveberiya Akademiya şehîd Egîd a branşên kurdî Şîlan Mihemed nêrînên xwe anîn ziman.
Rohat da zanîn ku di sala borî de pirsgirêkên wekî şer û nexweşiya koronayê bandor li xwendinê kirine.
”Em sala nû ya xwendinê li tevahî mamoste û xwendekaran pîroz dikin”
Rohat diyar kir ku hêviya wan ew e ku ew salek ji xwendinê xweş derbas bikin.
”Mamoste hemû di perwerdeyan re derbas bûn”
Her wiha Rêveberiya Akademiya şehîd Egîd a branşên kurdî Şîlan Mihemed bal kişand ser perwerdeyên mamosteyan û got:
Şîlan bal kişand ser pergala xwendinê ya rêveberiya xweser û teqez kir ku pergala wan li tevahî cîhanê bûye mînak, ew yek jî serkeftina Kurdan nîşan dide.