Kongreya Star a Efrînê bi daxuyaniyekê nivîskî ji rejîma Sûriyê xwest ku helwesta xwe li hember dagirkeriya Tirkiyê zelal bike.
Kongeraya Star di daxuyaniya xwe de wiha got:
Dewleta Tirk a dagirker ji bo gihandina armancên xwe Efrîn dagir kir û sivîl kuştin û gel wê koçber kir.
Bi dagirkirina Efrînê re êşkence li sivîlan kirin, sivîl revandin û fitne di nava gelan de belav kirin.
Heta roja me ya îro zext û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê dewam dike.
Ji bo ku kesên di Efrînê de mayî bide koçberkirin, guhertina demografîk li herêmê çêkir.
Kongreya star binpêkirinên der heqê gelên herêmê de red kir û teqez kir ku ew ê li pêşiya siyasetên dagirker bisekinin.
Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û di serî de rejîma Sûriyê dikin ku bi erka xwe rabin.