Li herêma Bestayê ya Şirnexê, li 6 deverên cuda şewat derket.
Hat ragihandin ku li qadên Mehûjik, Genîferşik, Gundikê Mîrzo, Quntarê Mendêcelê û Şehîdgeha Bestayê yên Bestayê agir bi daristanan ketiye.
Li her 6 herêman şewata ku derketiye nehatiye vemirandin û didome.
Hat gotin ku bi hinceta herêm herêma qedexe ye destûr nayê dayîn ku agir bê vemirandin.
Birina daran bi destê cerdevanan û şewata daristanan ku beriya 3 rojan lê derketibû didome.
Hêjayî bi bîr xistinê, ku biriya çend rojan li Dersim, Çewlik, Bedlîs jî şewata li daristanan mezin derketibû û destûr nehat dayîn da ku welatî şewatê vemirîn heta ku şewat bi xwe vemirî û bereyek mezin daristan şewitîn.
Ev şewatên ku li herêmên navborî derketine hemû bi destê artêşa dewleta tirk tên derxistin.