Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê zêde dibin. Parlementerê Iraqê Mihemed Şebekî bang li hikûmetê kir ku li dijî êriş û dagirkeriya Tirkiyê ya li ser Iraqê raweste. Siyasetmedar û şîrovekarên Iraqî jî nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk dan.
Êrişên dewleta Tirk ser xaka Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin.
Tevî hemû nerazîbûnên şênî û hin aliyên siyasî hikûmetên Başûrê Kurdistan û Iraqê bêdengiya xwe ya li dijî êrişan didomînin.
Parlementerê Iraqê Mihemed Şebekî êrişên dagirkeriyê şermezar kirin û got:
“Armanca dewleta Tirk ji êrişan bi cihanîna xeyala wê ya Osmanî ye.”
Mihemed Şebekî diyar kir hinek hêzên siyasî li Iraqê alîgiriya Tirkiyê dikin û destnîşan kir ku Tirkiyê ji bo parçekirina xaka Iraqê dixebite û heta astekê kariye vê armanca xwe bi dest bixîne.
Parlementer Mihemed Şebekî diyar kir ku pêwîst e hikûmeta navendî li beramberî dagirkeriya Tirkiyê raweste û bikare Iraqê ji şerekî nû rizgar bike.
Siyasetmedar û şîrovekarên Iraqê: Sedema dagirkeriyê bêdengî ye
Siyasetmedarê Iraqî Seîd Mutlebî û şîrovekar Emîn Ehmed jî ji Rojnews re axivîn û bertek nîşanî êrîşên Tirkiyê dan.
Hat diyar kirin ku sedema dagirkeriya dewleta Tirk bêdengiya hikumeta Iraqê ye.
Hat gotin dewleta Tirk beşek ji Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û bang li hikumeta Iraqê hat kirin ku rê li ber êrişên dagirkeriya Tirkiyê bigire.