Çavkaniyek ji nav MSD`ê ragihand ku wê MSD’ê di demek nêz de bi Amerîka û Rûsya re bicive.
Çavkaniyek ji nav Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji Hawarê re ragihand ku ku wê di demek nêz de ew ê bi Amerîka û Rûsya hevdîtinan pêk bînin.
Nehat zanîn bê ev şandeya ku herin DYA û Rûsya wê naveroka hevdîtinên çi be.
Lê tê payîn ku pêşketinên li herêmê, rewşa Sûriyê û rêyên çareseriyê, têkiliyên navbera Rêveberiya Xweser û êrişên Tirkiyê ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di van hevdîtinan de bibin rojeva sereke.
Hêjayê bîrxistinê ku di rojên bê de navbera nûnerê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Brett McGurk û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Fryshinin û nûnerê serokatiya Rûsya Alexander Lavrentiyev de wê civîn bê li darxistin.