Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid diyar kir ku dewleta tirk ji bêdengiya navneteweyî cesaret digre û êrişên xwe li ser herêmê didomîne.
Ebid bang li hêzên navdewletî kir ku li hember kiryarên dewleta Tirk bêdeng nemînin û xwedî helwestbin.
Dewleta Tirk a qirker rojane deverên Bakûr û Rojhilatê Sûrî topbaran dike, sivîlan dike armanc, ava Çemê firatê li ser şêniyên herêmê qutdike.
Der barê van kiryarên dewleta qirker de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid axivî û got:
“Planên dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve xuya bûn. Dewleta tirk ji bo şêniyên li herêmê qirbike, ket sûrî, piştgirî da komên terorîst û vê hevkariyê hîn jî didomîne.”
El-Ebid diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên domdar ve dixwaze pergala netewa demokratîk têk bibe, deverên heyî weke Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagirbike.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber da xuyakirin ku dewleta dagirker sûdê ji bêdengiya hêzên garantor Amerîka û Rûsyayê digre û destwerdana hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.
”Ger qutkirina ava firatê wisa bidome dê li herêmê karesetek mirovî rû bide”
Di berdewama axaftina xwe de El-Ebid bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelên herêmê û wiha axivî:
“Dewleta Tirk li herêmê sûcên mirovahiyê dike.
Mînakên van sûc û binpêkirnan, revandina welatiyên sûrî û darizandina wan li dadagehên Tirkiyê, qutkirina para Sûriyê ya ava çemê Firatê û qutkirina ava stasyona Elok li ser şêniyên Hesekê, li dijî qanûnên navdewletî ne.
El Ebid li dijî sûcên dewleta Tirk, qutkirina avê, hewlesta hikûmeta Şamê jî rexnekir û dazanîn ku divê şam xwedî helwestbe, para Sûrî ya ava Firatê xwedî derkeve.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid di dawiyê de da zanîn ku heger qutkirina ava çemê Firatê li hember bêdengiyeke navneteweyî dewam bike dê karesatên aborî û jîngehî bi xwe re bîne.