Dayika Zanyar Muradî : Ji bo ku zarokên me neyên darvekirin bila gelê Kurd bibe yek
September 8, 2021
9
Di 8’ê Îlona 2018’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hersê girtiyên siyasî yên Kurd Ramîn Hisên Penahî, Zanyar Muradî û Luqman Muradî hatin darvekirin. Îro sêyemnîn salvegera darvekirina wane
Derbarê mijar de Dayika Şehîd Zanyar Muradî di salvegera şahadeta kurê xwe ji Rojnews’ê re axivî û got “em Daxwaz ji aliyên siyasî dikin ku xwîna şehîdan vala nebin; bibin yek da ku em bikaribin dijmin têk bibin”