Serokê Partiya Aştîya Demoqrat a Kurdistanê Talal Mihemed têkildarî tevgerên dewleta Tirk ên bi armanca kûrkirina nakokiyên navbera partiyên Kurd hişyarî da û got ku divê her kes baldar be.
Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa jî bang li tevgera siyasî kir ku li hember êrişên dewleta Tirk xwedî nêrîn û helwesteke yekgirtî bin.
6’ê Îlonê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên PDK’ê 7 gerîla dema ku dixwest ji qadekê derbasî qadeke din li herêma Xelîfanê bibin, xistin kemînê.
Di encamê de 7 gerîla şehîd bûn.
Serokê Partiya Aştîya Demoqrat a Kurdistanê Talal Mihemed li ser vê yekê got:
”Dewleta Tirk naxwaze nakokiyên di navbera hêzên Kurd de çareser bibin, her wiha şehadeta 7 gerîlayan dê nearamiyekê di navbera aliyên Kurd de çêbike û tenê dijminên gelê Kurd dê sûdê ji vê yekê wergirin.”
Mihemed têkildarî tevgerên dewleta Tirk ên bi armanca kûrkirina nakokiyên di navbera partiyên Kurd de hişyarî da û wiha anî ziman:
“Li dijî PKK’ê komplo heye, destên veşartî yên ajanan bûne sedema şehîdbûna gerîlayên me, armanc ji vê afirandina şerê birkujiyê ye, lewma divê her kes baldar be.”
Mihemed Mûsa bang li tevgera siyasî kir ku xwedî helwesteke yekgirtî bin
Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa jî diyar kir ku dewleta Tirk armanc dike ku gelê Kurd tune bike û destkeftiyên wê ji holê rake.
Mihemed Mûsa girîngiya avakirina yekitiya neteweyî destnîşan kir û got:
“Ya herî girîng û bingehîn di vê qonaxê de ew e ku gelê Kurd yekitiya xwe ava bike, hem jî tevgera xwe ya siyasî bike yek û divê her kes hişyar be ku şerê ku dewleta Tirk dimeşîne ne li dijî tevgerekê, partiyekê yan parçayeke taybet e”
Mihemed Mûsa bang li tevgera siyasî ya Kurd kir ku li hember êrişên dewleta Tirk xwedî nêrîn û helwesteke yekgirtî bin.