Li hember van êrişan bertek û nerazîbûnên pêkhateyên li herêm zêde dibin.
Rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd ên kantona Hesekê anî ziman ku ew ê li hember êrişan li ber xwe bidin.
Rûspiyê eşîra Şemer a navçeya Dirbêsiyê, Haşim El-Cerba da zanîn ku dewleta Tirk di êrişan de sivîlan dike armanc û got,
“Dewleta Tirk bi van êrişan hewl dide herêmê ji ciwanan vala bike û projeya me ya demokratîk a li herêmê têk bibe.”
Haşim, parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî weke armanc xwe ya bingehîn bi nav kir û wiha dewam kir:
“Ev ax a me û pîşeyên me ye, ji bo rizgarkirina herêmên me yên dagirkirî jî em ê şer bikin.”
Rûspiyê eşîra Saroxan a Kurd, Îsa Mîrzo êrişên li dijî herêmê şermezar kir û anî ziman ku ew ê li hember êrişan bisekinin.