Li Şehbayê Mîhrîcana 3`yemîn a Şehîd Stêrvan dest pê kir

Şêniyên Efrîna dagirkirî, tevî êş û dijwariyên koçberiyê, li hundir û derve huner û behreyên xwe ranewestandine..

Duh li bajarê Şehbayê Mîhrîcana 3`yemîn a Şehîd Stêrvan dest pê kir..

Mehrecana 3. a çand, huner û werzîşê, ya ku girêdayî jinên ciwan tenê ye, ji aliyê Tevgera Jina Ciwan a Herêma Efrînê ve hate destpêkirin..

Endama Koordînasyona Tevgerê Ferîde Nasan diyar kir ku armanca Mehrecanê zindîkirina çand û kelepora Kurdî ye..

Endama Koordînasyona Kongra Star a Efrînî Fatîme Silêman jî girîngiya ciwanan anî ziman û got:

“Divê ciwan hîna zêdetir tev li qada hunerê bibin.

Ji ber ku ciwan dikarin civakê biparêzin û nehêlin hilweşe.”

Piştî axafitinan koman huner, stran û behreyên xwe pêşkêş kirin û paşê hatin xelatkirin..

Tê payîn îro Mehrecan biqede..

Back to top button