HPG: Li Zapê gelek dagirker hatin kuştin û derb li helîkopterê hat xistin

Berxwedana gerîlayên azadiyê ya dîrokî li dijî artêşa Tirk ku êrişî başûrê Kurdistanê dide roj bi roj mezin dibe.

Gerîla bi çalakiyên xwe rojane derban li dagirkeran didin.

HPG’ê diyar kir li Girê Şehîd Serxwebûn yê herêma Zapê gelek leşker hatin kuştin û derb li helîkoptereke êrişê ya artêşa Tirk hate xistin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê li dijî hemû cure êrişên dewleta Tirk berxwedaneke dîrokî nîşan didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dagirkeran û berxwedana gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê derbarê berxwedana dîrokî ya di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de ya li herêma Zapê ev agahî parve kir;

“22’ê Îlonê hêzên me li herêma Zapê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Serxwebûn bi çekên giran çalakî kirin. Di vê çalakiyê de gelek dagirker hatin kuştin, lê hejmar nehate zelalkirin.

Heman rojê li herêma Zapê helîkopterên ku xwestin derdora qada Kûniş-kayê bombebaran bikin bûn hedefa hêzên me. Di encamê de derb li helîkoptereke êrişê hate xistin.”

HPG’ê diyar kir 22’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê ya bi ser herêma Avaşînê barandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku êrişên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dikin.

Hat gotin, 22’ê Îlonê qadên Sîda, Saca, Girê Cehenem, Girê Rûbar, Şikefta Birîn-daran û Karker yên herêma Zapê;
Qadên Geliyê Bas-ya, Qer-tel, Girê Silêman, Dola Bizina, Girê Lanet, Girê Şehîd Firat û Girê Şehîd Rizagr yên herêma Avaşînê bı helikopter û balafirên şer hatin bombebarankirin.

Back to top button