Li Iraqê liv û tevgera DAIŞ’ê didome.
Çeteyên DAIŞ`ê li parêzgeha Diyale ya Iraqê êriş pêk anîn, di encamê de 3 welatiyên Iraqê hatin kuştin û efserek birîndar bû.
Têkildarî êrişê Fermandariya Polîsan a Parêzgeha Diyalayê daxuyaniyek da û got:
Duh êvarê çeteyên DAIŞ’ê li gundê Hed El-Exder ê giriydayî parêzgeha Diyalayê mayinek bi erebeyek sivîlan de teqand.
Li gorî fermandariyê dema ku sivîl û hêzên ewlehiyê nêzî cihê bûyerê bûne, çeteyên DAIŞ`ê ew hedef girtine û di encamê de 3 sivîl hatine kuştin û efserek birîndar bûye.