Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe bi şev û roj bi çekên giran êrişê gundên Efrînê dikin.
Tenê di meha Îlonê de, dagirkeran 1339 top avêtin gundên Şehba û navçeyên Şera û Şêrawa.
Erîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Herêma Efrînê bê navber dewam dikin.
Dagirker rojane, bi çekên giran êrişî gundên Şehba û navçeyên Şera û Şêrawa dikin.
Di bîlançoya meha borî ya êrîşên dagirkeran yên li ser herêma Şehba û navçeyên Efrînê hat eşkerekirin.
Hate gotin ku herêm zêdetirî 1339 caran hate topbarankirin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê di meha îllonê bi 748 obîsan, 487 hawan û 104 topan Şehba û Navçeyên Şera û Şêrawa topbaran kir.
Her wiha di encama toparana adagirkeran ya li ser herêma Şehbayê mala welatiyê bi navê Mistefa Rêzan a li Gundê Soxanegê ya bi ser Navçeya Şêrawa hate wêrankirin.