Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji aliyê Meclisa Jin û Nivîsgeha Têkiliyên PYD’ê li ser rola jinan ya di siyaset û dîplomasiyê de panelek hate lidarxistin.
Nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî û kesayetên ji hemû pêkhateyên herêmê jî di panelê de amade bûn.
Di panelê de du mijarên bi navê, “Rola jin di siyasetê de” û “Dîplomasiya civaka demokratîk” hatin niqaşkirin.
Hevseroka Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Valentîna Ebdo axivî û bal kişand ser rola jinan a di siyasetê de û got:
“Divê civak di asta siyasî û civaka demokratîk de were pêşxistin û rola jinê tê de xurt bibe.”
Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso jî axivî û got,
“Siyaset ketiye bin serweriya beşeke civakê. Civak ji cewherê wê derxistin.”
Endama nivîsgeha têkiliyên dîplomasî ya PYD’ê Roşîn Mûsa jî behsa aloziyên di hemû qadan de ku li herêm û cîhanê diqewimin,kir.
Beşdaran jî nêrînên xwe gotin û destnîşan kirin ku Rêveberiya Xweser kilîta çareseriya aloziyan e.
Di dawiya panelê de, li ser xurtkirina rola jinan ya di siyaset û dîplomasiya civakî de nîqaş hatkirin.